HELEB
Piştî ku firokeyên girêdayî artêşa Sûriyeyê li Helebê demek dirêj bi bombeyên warîlê êrîşî herêma Mûyesîra di bin qontrola muxalifan de kirin, herêm kavil û wêran bû.
Ji aktîvîstên herêmî yên li Helebê Mistefa Sûltan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî êrîşên firokeyên artêşê herêma Mûyesîrê bû wek kavilan.
Sûltan got ku bi bombeyên warîlê yên ku bi 500 kîlogram teqemeniya TNTê tije ne, êrîşî herêmê dikin û di êrîşan de avahiyên 4-5 qatî hilweşiyan. Sûltan got ku "Bombeyên warîlê yên ku li derveyî cihên rûniştinê dikevin çalên kûr vedikin. Lê dema ew bombe dikevin cihên rûniştinê avahiyan hildiweşîne."
Sûltan qal kir berî ku rejim ji hewayê êrîşî herêmê bike, li Mûyesîrê 150 hezar kes dijiyan. Sûltan da zanîn ku piştî êrîşên rejimê li herêmê tenê nêzî 200 malbat man.
Sûltan diyar kir ku li herêmê cêyran û ragihandin hatine birîn, gel hewceyiya xwe ya ava vexwarinê ji bîrên li herêmê peyda dike û wiha axivî: "Rejim her roj bi bombeyên warîlê êrîşî herêmên di bin qontrola muxalifan de dike, ji ber vê yekê jî jiyan her ku diçe dijwartir dibe."