XEZZE
Hat ragihandin ku Hamasê ji Misrê re wek fermî ragihand ku wan hewildana agirbestê qebûl nekir.
Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Hamasê wek fermî ji Misrê re ragihand ku wan peymana agirbestê qebûl nekir."
Zuhurî di daxuyaniya xwe de qala sedema qebûlnekirina agirbestê nekir.
Îsraîlê piştî êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê, pêşniyaza agirbestê ya Misrê qebûl kiribû. Lê piştî qebûlkirina agirbestê Îsraîlê duh bi îdiaya ku Hamas fuzeyan diavêje, cardin ragihand ku opersayonan dest pê kir.