Önder Beyter
03 Nîsan 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 70,12 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent duh bi 69,45 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 69,78 dolarî. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî bi 69,72 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.28an pê va ji sedî 0,57 rabû û bû 70,12 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 62,83 dolarî hat firotin.
Biryara kêmkirina hilberîna nefta xav a Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) û welatên dervayî OPECê û astengkirinên Amerîkayê yên dijî Îran û Venezuelayê jî di zêdebûna bihayan da bandorê dikin.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 69,82 û 69,92 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 69,62 û 69,72 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.