HEWLÊR
Hat ragihandin ku kurdên şebak (şahbek) ên şiî yên ku li gundên derûdora Mûsila Iraqê dijîn, di hedefa DÎŞIyê de ne.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, 56 gundên şebakan ên girêdayî Şêxan, Tilkîf û Hemdaniyeya navçeyên Mûsilê ne hene. Serjimara şebakan nêzî 400 hezarî ye û 11 gundên şebakan ketin destê DÎŞIyê. Gundên din jî di bin qontrola pêşmergeyan de ne. Lê belê piraniya gundiyan ji ber îxtimala êrîşên milîtanên DÎŞIyê malên xwe terikandin û xwe sipartin Hewlêrê. Yên ku di malên xwe de man jî bi fikar in.
DÎŞI 112 Şebak revandin
Komên çekdar ên di bin serkêşiya DÎŞIyê de 112 kurdên şebak revandin. Termê 2 şebakan hatin dîtin, lê rewşa yên din nayê zanîn. Parlementerê Parlementoya Iraqê Salim Şebak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku "DÎŞI di daxuyaniya xwe ya ku da de, da zanîn ji ber ku şiî ne dê kurdên şebak jî bikujin. Heta niha 10 welatiyên me hatin revandin û hatin kuştin." Şebak got ku yên ku ji gundan direvin xwe dispêrin Hewlêr, Kerbela û Necefê.
Gundên şebakan vikîvala ne
Piraniya şebakên li gundê Topzavaya bakurê rojhilatê Mûsilê malên xwe terikandin. Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê yê herêmê da, kolanên vikîvala yên li gund balê dikşînin. Hin tirkmenên ku ji Tilaferê û şebakên ku ji gundên din hatin, li malên Topzavayê yên ku şebak jê derketibûn, bi cî bûn.
Haşim Mehdî Mecîdê ji ewlehiya gundê Topzavayê berpirsyar e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku şebak şiî ne, rastî êrîşên DÎŞIyê tên. Mecîd diyar kir ku mirov ji bo ku canê xwe biflîtînin malên xwe diterikînin û wiha axivî: "Kesên ku pereyên wan hebûn çûn Kerbela û Necefê. Yên din jî xwe sipartin Hewlêrê. Ji ber ku li herêma me pêşmerge hene em 4-5 malbat di malên xwe de man. Lê belê em jî ditirsin."
Herêma Şebakistanê
Mecîd da zanîn ku gundê herî biçûk ê şebakan ji 180 malan pêk tê û wiha axivî: "Piştî êrîşên DÎŞIyê tu kes li van deran nema. Heke gotin li cî be hes û binata kesî neyê."
Mecîd got ku şebak di heyama Nadîr Şahê siltanê Îranê de hatin Iraqê û wê heyamê 56 gundên şebakan hebûn. Mecîd da zanîn ku herêm wekî "Şebakistan"ê tê binavkirin û got ku şebak xwe wek kurd didin nasandin. Mecîd axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di nav me de kurdên sunî jî hene. Heta nîvê hin gundên me sunî ne. Lê belê me tu carî ferq û mêhliya şiî û suniyan nekir. Em şerm dikin ku tiştek wisa bibêjin."