Ji bona eşkerekirina miaşê herî kêm civîna ewil di 2yê Kanûnê da ye
Ankara
Komîsyona Tesbîtkirina Miaşê Herî Kêm ku ji nûnerên karker, karsaz û hikûmetê pêk tê ji bona miaşê herî kêm yê di 1ê Rêbendana 2020an da bikeve rewacê eşkere bikin wê di 2yê Kanûnê da bicive.
Li gor daxuyaniya Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ku li ser navê Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê hat dayîn Komîsyona Tesbîtkirina Miaşê Herî Kêm wê di 2yê Kanûnê da bicive.
Li gor agahiyan civîna ewil wê li Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî bê kirin û peyra komîsyon di mazûvaniya karker û karsazan cuda cuda bicive.
Civîna dawîn ya komîsyonê jî wê li Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî çêbe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.