Haydar Şahin
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
ANKARA
Piştî ku Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê (EIA) daneyên pêtrolê eşkere kir warêla pêtrola brent bi 64,45 dolarî tê firotin.
Do warêla pêtrola brent bi 63,80 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 64,58 dolarî. Îro destê sibê jî warêla pêtrola brent bi 64,46 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.17an pê va ji sedî 0,01 kêm bû û dakete 64,45 dolarî.
Di heman demê da li Teksasa Rojava warêla pêtrola xam bi 58,06 dolarî hat firotin.
Li gor rapora Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê stoka pêtrola ticarî ya li welêt hefteya borî 6,5 milyon warêl kêm bû û dakete 436,5 milyon warêlî. Hêviya piyaseyan ew bû ku stoka pêtrolê 3,7 milyon warêl kêm bibe.
Wekî mayîn li welêt di rojê da 9,79 milyon warêl pêtrola xam tê derxistin.