Abdullah Tel
28 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
SAMSUN
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Dezgehên Çandiniyê (TÎGEM) Mehmet Taşan diyar kir ku wextên ewil milet digot Tirkiye hemû tovên xwe ji Îsraîlê dikire û wiha pê da çû: "Êdî tu rastiya wan gotinan nema. Tirkiye êdî tov îxracî Îsraîlê dike."
Taşan di Fuara Çandinî, Heywandarî û Teknolojiyên Wan 3yemîn a li Samsûnê hat kirin da bi rojnamegeran ra axivî û der heqê xebatên Tirkiye ji bo tovên êm, sebze, dexl û den dike da agahî da.
Di axaftina xwe da Taşan bal kişand ser kar û barên TÎGEMê û got: "Li Tirkiyeyê dema qala tov bê kirin saziya herî ewil tê bîra mirovan TÎGEM e. Lê di 15 salên dawîn da bi taybetî jî ji bo tovên bi sertîfîka çawa piştgirî hat dayîn êdî sektora taybet jî dest bi xebatên hilanîna tov kir. Li Tirkiyeyê ji sedî 50î tovên sebzeyan em didin piyaseyê. Em tovên sebze îxrac jî dikin. Ev tê çi meneyê di heman demê da ji sedî 50 jî hê jî kêmasiya me heye û ev jî bi qasî 100 milyon dolarî ye."
Midûrê Giştî yê TÎGEMê Taşan destnîşan kir ku saziya wan di qada tovên êm, dexl û dan da pêşîkêş e û wiha dewam kir: "Me îsal dest bi helandina tovên sebze jî kir. Li Saziya Çandiniyê ya Boztepeyê ya ku li Antalyayê ye li ser zeviyeke 10 dekarî me 11 sera çêkirin. Em ê li vê derê tovên baş û çêtir hilînin û wan jî bidin kesên bi karên tov ra eleqedar in. Jixwe di mijara tovên dexl û den da tu kêmasiya me tuneye ji sedî 80yî em bi xwe tovên xwe hiltînin."
Taşan ji bo hilanîn û temînkirina tovên sebzeyan jî got ku Tirkiye di vê mijarê da dixebite û axaftina xwe wiha domand: "Demên berê digotin 'Tirkiye hemû tovên xwe ji Îsraîlê dikire'. Êdî tu rastiya wan gotinan nema. Tirkiye êdî tov îxracî Îsraîlê dike. Heta deh salan hemû tovên xwe em hilînin. Niha dibe ku ji sedî 50î em tov distînin lê em tovên sebze jî îxrac dikin. Di vê mijarê da kêmasiyên me hê jî hene."