26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
BOLU
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi vîdeo konferansê beşdarî vekirina Tunêla Îstiqlalê ya 15ê Tîrmehê ya Ilgazê bû û got: "Ez mizgîniyekê didim we; OECDê daxuyand, 8 dewletên ku di navê da Tirkiye jî heye, ji sinifa welatên ku dahata wan navîn e derbasî çîna welatên ku dahata wan bilind e."
Erdogan destnîşan kir, Tirkiye welatekî wisa ye ku bi pirsgirêkên xwe yên ewlehiyê va jî îsbat kiriye ku dikare pêşkeve û wiha dewam kir: "Ji ber vê serkeftinê ye ku ku digel êrîşên terorê, êrîşên aborî jî tên kirin."
"Em gav bi gav ber bi hedefên xwe yên 2023yan va diçin"
Erdogan bi bîr xist ku bi veberhênan va 55 balafirgeh hatin çêkirin û wiha dewam kir:
Tevî 29 balafirgehan êdî li 81 wilayetên welatê me 55 balafirgeh hene. Balafirgeha me ya nû ya ku li Stenbolê tê avakirin, dê di dinyayê da bibe balafirgeha herî mezin. Em li ser hedefên xwe yên 2023yan gav bi gav pêşda diçin."