Aborî

Serlêdanên Xelatên Tirkiye e-Tîcaretê dest pê kir

Serhat Tutak  | 02.11.2025 - Rojanekırın : 03.11.2025
Serlêdanên Xelatên Tirkiye e-Tîcaretê dest pê kir

Ankara

Di "Hefteya Tirkiye e-Tîcaret"ê ya cara yekem di bin serokatiya Wezareta Bazirganiyê da bi hevkariya Komeleya Karsazên Bazirganiya Elektronîkî (ETÎD) û Meclîsa Bazirganiya Elektronîk ya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê (TOBB) va wê bê lidarxistin da kesayetên serkeftî yên di bazirganiya dîjîtal da serkeftî ne wê bên xelatkirin.

Li gorî daxuyaniya ETÎDê, çalakiyên "Hefteya Tirkiye e-Tîcaret"ê ya ku ji hêla Wezaretê û bi hevkariya ETÎD û TOBBê tê organîzekirin, îsal cara yekem wê werin lidarxistin.

Di çarçoveya vê hefteyê da çîrokên serkeftî yên ku îlhamê didin ên di bazirganiya dîjîtal da bi "Xelatên Tirkiye e-Tîcaret"ê va wê werin xelatkirin.

Merasim wê di 21ê Mijdarê da li Navenda Kongre û Pêşangehê ya Lutfî Kirdar a li Stenbolê were lidarxistin.

Miteşebis, hilberîner û marqeyên nûjen ên ku feydeyê didin ekosîstema bazirganiya elektronîkî yên serkeftî wê xelatê hildin.

Xelat wê di 12 kategoriyan da bên dayîn.

Serlêdan wê heta 9ê Mijdarê dewam bikin.

Kesên ku dixwazin beşdar bibin wê li ser malpera înternetê ya "www.turkiyeeticarethaftasi.com/tr/turkiye-eticaret-odulleri" serî li çalakiyê bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.