Aborî

Berhemên çandiniyê yên ku li Agiriyê bi piştgiriya dewletê têne çandin zêde dibin

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Agiriyê Mehmet Huseyînoglu: "Li seranserê herêma me ceh, genim, berhemên xwarinê û gulberojên rûn têne piştgirîkirin. Îsal ji bo ceh û genim serê dekarekî 634 lîre hat dayîn. Ji bo gulberojên rûn jî wê 732 lîre bê dayîn

Abdullah Söylemez  | 01.11.2025 - Rojanekırın : 01.11.2025
Berhemên çandiniyê yên ku li Agiriyê bi piştgiriya dewletê têne çandin zêde dibin Abdullah Söylemez

Ağrı

 Li Agiriyê çandiniya berhemên weke silq, gulberoj, nebatên xwarinê, fasûliya hişk, genim û ceh bi piştgiriya dewletê tê berfirehkirin.

Agiriya ku bi nifûsa xwe ya ji 500 hezarî zêdetir e û milyonek û 800 hezar pezên biçûk û ji 300 hezarî zêdetir dewar lê tê xwedîkirin, di nava wilayetên ku çandinî û xwedîkirina heywanan da li Herêma Rojhilatê Anadoluyê herî zêde derdikeve pêş.

Li bajêr ku berê hilberîna çandiniyê kêm bû, niha bi saya tesîsên avdanê yên zêde û projeyên ku bi piştgiriya dewletê hatine bicîhanîn, berhemên cuda têne çandin.

Zêdebûna çandiniya berhemên xwarinê, genim, ceh, fasûliya hişk û gulberojê di salên dawî da bi piştgiriya hikûmetê, bandorek erênî li ser aboriya bajêr dike.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Agiriyê Mehmet Huseyînoglu ji nûçegihanê AAyê ra got ku bendavên Yazici û Patnosê bandorek girîng li ser zêdekirina curbecur hilberînê li bajêr kirine.

Mehmet Huseyînoglu got ku "Li seranserê herêma me ceh, genim, berhemên xwarinê û gulberojên rûn têne piştgirîkirin. Îsal ji bo ceh û genim serê dekarekî 634 lîre hat dayîn. Ji bo gulberojên rûn jî wê 732 lîre bê dayîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın