Enflasyon di meha cotmehê da mehane bû ji sedî 2,55, bi salane jî bû ji sedî 32,87
Ankara
Reqamên enflasyonê eşkere bûn
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di meha cotmehê da mehane ji sedî 2,55, Endeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 1,63 zêde bû. Enflasyona salane di bihayê xerîdaran da ji sedî 32,87 û di bihayê hilberînerên navxweyî da jî ji sedî 27 hat qeydkirin.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, tê dîtin ku di meha cotmehê da bihayê xerîdaran ji sedî 37,15, bihayê hilberînerên navxweyî jî ji sedî 25,49 zêde bû.
Di asta mehane da TUFE ji sedî 2,55 û YÎ-UFE jî ji sedî 1,63 zêde bû.
TUFE di meha cotmehê da li gor meha çileya pêşîn a par bû ji sedî 28,63, li gor heman meha par jî bû ji sedî 32,87.
YÎ-UFE jî li gor çileya pêşîn a 2024an bû ji sedî 25,67, li gor cotmeha par jî bû ji sedî 27.
Bi vî awayî TUFE bi salane li gor 47 mehên dawîn dakete asta herî kêm. Endeksa navborî di Mijdara 2021î da wek ji sedî 21,31 hatibû qeydkirin.
Piştî eşkerekirina daneyên enflasyonê rêjeya zêdebûna kirêyan jî eşkere bû. Di meha mijdarê da rêjeya zêdebûna kirêyên xanî û kargehan wek ji sedî 37,15 hat diyarkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
