Serhat Tutak
10 Îlon 2024•Rojanekirin: 11 Îlon 2024
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha tîrmehê da li gor mehek berê 0,4 puan kêm bû û bû ji sedî 8,8. Di vê heyamê da hejmara bêkaran wek 3 milyon û 167 hezar hat qeydkirin.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên daneyên hêza kar a meha tîrmehê eşkere kir.
Li gor vê, li tevahiya Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ku temenê wan ji 15yan mezintir in di tîrmehê da li gor mehek berê 112 hezar kes kêm bû û bû 3 milyon û 167 hezar.
Rêjeya bêkariyê li gor mehek berê 0,4 puan kêm bû û bû ji sedî 8,8. Rêjeya bêkariyê li gor heman mehê ya par ji sedî 0,5 puan kêm bû.
Rêjeya bêkariyê di nav mêran da ji sedî 7, di nav jinan da jî wek ji sedî 12,4 hat texmînkirin.