ŞANLIÛRFA /ADIYAMAN
Welatiyên Şanliûrfa û Adiyamanê, li qehweyan daxuyaniya Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan a der barê besteka demokratîkbûnê de, bi baldarî guhdar kirin. Welatiyan got ku dê ev piştgiriyeke baş bide pêngava demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê.
Welatiyên li hêviya daxuyaniya Serokwezîr bûn li qehweyan civiyan. Welatiyên bi baldarî daxuyaniya serokwezîr guhdar kirin, gotin ku ev pêngav ji bo dêmokratîkbûna Tirkiyeyê gelekî girîng e.
Welatiyan bal kişand ser mijarên wek perwerdeya bi ziman û zaravayên cuda, di qadên qamuyê de serbestiya cil û bergan û benda hilbijartinê û hêvî û kêfxweşiyên xwe anîn ziman.
Welatiyan got ku em bawer in, ji bo pêşerojê pêngaveke gelekî baş hat avêtin û em heta dawiyê piştgiriyê didin pêvajoyê.