HAKKARÎ
Serokê Odeya Pîşesezî û Bazirganiyê ya Hakkariyê (OPBH) Servet Taş got: "Bangeşeya bi zimanê zikmakî gaveke gelekî erênî ye. Bi taybetî jî serbestiya bikaranîna tîpên wek x,q û w yê gelekî girîng e."
Besteka Demokratîkbûnê ya ji aliyê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ve hat eşkerekirin ji aliyê welatiyên rojhilat û rojhilata başûr ve bi baldarî hat guhdarkirin.
Taş, besteka demokratîkbûnê ji nûçegihanê AAyê re nirxand û got ku gavên gelekî girîng hatin avêtin û ev 8 meh in jî li herêmê bûyerên terorî naqewimin.
Taş got ku, mafê bangeşeya bi zimanê zikmakî biryareke erênî ye û wiha dewam kir: "Bi taybetî serbestiya bikaranîna tîpên wek x,q û w yê gelekî girîng e. Lê xala di dibistanên taybet de, bi zimanê dayikê perwerde têrê nake. Divê dewletê piştgiriya perwerdeya bi zimanê zikmakî bikira. Ev bestek têrê nake, kêmasî hene lê divê di pêşerojê de gavên girîng bên avêtin. Bendewariya gel jî di vî warî de ye. Bi gavên bên avêtin ve dê pêvajoya çareseriyê jî pêş bikeve. Bendewariya gel demokrasî ye."
Serokê Mazlûm-Derê yê Şaxa Hakkariyê Cengîz Şen got ku em wek komeleyekê piştgiriyê didin besteka demokratîkbûnê û em hêvî dikin ku ji bo gel qadeke ewle û aramî bê amadekirin.
Serokê Baroyê yê Hakkariyê Kûtbettîn Bayazit da zanîn ku, gelê herêmê demeke dirêj e li benda besteka demokratîkbûnê ye û got ku betalkirina sonda neteweyî jî ji bo demokrasiyê gaveke girîng e.
Beyazit diyar kir ku guhestina navên gundan jî gelekî girîng e û got. "Gel bi pêngavên ji bo pêvajoya çareseriyê tên avêtin bi kelecan dibe. Di vî warî de rakirina sonda neteweyî ji bo gel pir watedar e. Di heman demê de rakirina benda hilbijartinê jî gel kêfxweş û bi kelecan kir. Gelek bendewariyên gel ji pêvajoya çareseriyê hene."