Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) "îstatîstikên kar û bêkariyê" eşkere kir.
Li gor daneyên SÎTê rêjeya bêkariyê ya meha sibatê li gor meha berê ji sedî 0,1 pûan daket û bû ji sedî 11,2. Hejmara betalan jî di heman heyamê de ji 3 milyon û 259 hezarî daket 3 milyon û 226 hezarî.
Li seranserê Tirkiyeyê hejmara betalên ku 15 salî û ji 15 saliyê mezintir in di meha sibatê de li gor heman heyama par 401 hezar kesî zêde bû. Rêjeya bêkariyê jî pûanek zêde bû û ji sedî 11.2 pêk hat.
Di heman demê de bêkariya ji bilî çandiniyê jî ji sedî 1,1 zêde bû û derket 13,2yan. Hejmara bêkarên ku emrê wan di navbera 15 û 24an de bû jî 3 pûan zêde bû û bû ji sedî 20, heman rêje ji bo kesên temenê wan di navbera 15 û 64an de ye jî 1,1 pûan derket û bû ji sedî 11,4.
Hejmara kesên ku bûn xwediyê kar di meha sibatê de li gor heman heyama 577 hezar zêde bû û derket 25 milyon û 576 hezarî, rêjeya îstixdamê jî 0,3 pûan zêde bû û derket 44,4an.