Haydar Şahin
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
ANKARA
Li gor daneyên bazirganiya bi derva ra yên nefermî yên Wezareta Gumrik û Bazirganiyê, di sala 2017an da îxracat li gor sala 2016an ji sedî 10,22 zêde bû û ji 142 milyar û 532 milyon dolarî derkete 157 milyar û 94 milyon dolarî û bi vê reqemê va di dîroka Komarê da gihîştin asta îxracata herî zêde ya duduyan. Di heman heyamê da îtxalat jî ji sedî 17,92 zêde bû û ji 198 milyar û 576 milyon dolarî derkete 234 milyar û 156 milyon dolarî.
Bultena daneyên bazirganiya bi derva ra, şirket û esnafan a berwext ya Wezaretê hat weşandin.
Li gor vê di berfanbara sala par da îxracat li gor heman meha sala 2016an ji sedî 8,59, îtxalat jî ji sedî 27,68 zêde bû. Di vê demê da îxracat ji 12 milyar û 783 milyon dolarî derkete 13 milyar û 881 milyon dolarî, îtxalat jî 18 milyar û 368 milyon dolarî derkete 23 milyar û 452 milyon dolarî.
Di berfanbara 2017an da hecma bazirganiya bi derva ra li gor ya sala 2016an ji sedî 19,85 zêde bû û ji 31 milyar û 151 milyon dolarî gihîşte 37 milyar û 334 milyon dolarî.
Ferqa di navbera îtxalat û îxracatê da ji sedî 71,36 zêde bû û derkete 9 milyar û 571 milyon dolarî. Di befanbara 2016an da ferqa di navbera îtxalat û îxracatê da di asta 5 milyar û 585 milyon dolarî da bû.
- Daneyên 2017an
Dema daneyên bazirganiya bi derva ra ji bo seranserê salê tê nirxandin, tê dîtin ku di sala 2017an da li gor sala 2016an îxracat ji sedî 10,22 zêde bû û ji 142 milyar û 532 milyon dolarî derkete 157 milyar û 94 milyon dolarî. Bi vê reqemê va di dîroka Komarê da gihîştin asta îxracata herî zêde ya duduyan. Rekora îxracatê ya dîroka Komarê bi 157,6 milyar dolarî va di sala 2014an da hatibû bidestxistin.
Di heman demê da îtxalat jî ji sedî 17,92 zêde bû û ji 198 milyar û 576 milyon dolarî derkete 234 milyar û 156 milyon dolarî.