Önder Beyter,Haydar Şahin
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
ANKARA
Bihayê warêlê nefta brent di yekemîn roja şixul a salê da piştî geşedanên li Îranê ji 67 dolarî bihurî.
Bihayê warêlê nefta brent ku roja înê bi 66,14 dolarî dest bi rojê kiribû û herî zêde derketibû ser 66,95 dolarî, îro serê sibê ji ser 66,66 dolarî dest pê kir. Warêlê nefta brent ji saet 09,13an pê va ji sedî 0,66 zêde bû û ji ser 67,10 dolarî miemeleyê dibîne. Di heman demê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava jî ji ser 60,62 dolarî hat firotan.
Pisporan destnîşan kir ku ji ber protestoyên dijî hikûmetê yên li Îranê û herwiha ji ber kêmkirina hilberîna neftê ya ku Rûsya û Rêxistina Welatên Îxracatkarên Neftê (OPEC) serkêşiya wê dikin, bihayê neftê zêde dibe. Bi vî awayî bihayê nefta xam ji sala 2015an vir va derket asta herî bilind.
Ji xeynî vê, pisporan ragihand ku zêdebûna teleba Çînê ya ji bo nefta xam jî hokerekî din ê zêdebûna bihayê neftê ye.