İbrahim Atmaca
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
ANKARA
Bihayê warîla nefta brentê bi 55,83 dolar e.
Bihayê warîla neftê duh bi 55,50 dolarî dest bi rojê kir û herî zêde derket 55,95 dolarî. Îro serê sibê bi 55,74 dolarî dest bi rojê kir. Warîlê nefta brentê ji saet 09.29an pê va ji sedî 0,16 zêde bû û bi 55,83 dolarî tê firotin. Di heman deqîqeyan da warîla nefta xam a Rojavayê Teksasê (WTI) jî bi 49,63 dolarî hat firotin.
OPEC û IEA wê di nav hefteyê da raporên xwe yên li ser neftê eşkere bikin.