Ekip
03 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
ANKARA
Protokola Çarçoveyî ya Peymana Komî ya Xebatkarên Umûmiyê bi merasima Serokwezîr Bînalî Yildirim jî tê de beşdarî kir hat îmzekirin.
Serokwezîr Yildirim li vir axaftinek kir û got: "Ev peymana komî ya şixul salên 2017-2018an dihewîne. Bo du salan tê îmzekirin. Me li hev kir ku rêjeya zemê bona sala ku em tê da ne wê di 6 mehên pêşiyê da ji sedî 7,5 be, di şeş mehên duyemîn da jî wê ji sedî 5 be. Bona sala duyemîn jî wê di nîvê yekemîn da ji sedî 3,5 be" û di nîvê duyemîn da jî dîsa wê ji sedî 3,5 be."
Der barê meaşan de jî wiha agahî dan: "Bi vê peymana çarçove va meaşê herî kêm ê xebatkarê umûmiyê wê di binê meaşê herî kêm ê karmendan da nebe. Anku heger kêmasî hebe, wê were tekûzkirin. Ji ber hindê ucreta zemîn a di navbera karmend-karder da bi vî awayî wê bibe wekî hev. Ferqa di navberê da wê were rakirin."
Herwiha zêdetir wiha nirxandin kir:
"Wê li gor enflasyona sala ewil û ya duyê bê diyarkirin. Digel vê yekê pereyê ek yê ku tê dayin bo carekê wê ji 500î derxin 750yî, ji sedî 50yî zêde bû. Herwiha mehaneya xebatkarên ku brut kêmî 3 hezarî distînin jî 90 lîre zêde bû."