Abdullah Tel
03 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê tê payîn ku germahiya hewayê di navbera 5-7 pileyan da zêde be.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li herêmê îro wê hewa kêm ewravî û sayî be.
Li herêmê germahiya herî kêm li Qersê 9, Erdêxanê 10, Agiriyê 12, Erziromê 14, Erzinganê 18î li Îdir û Tunceliyê jî 20 pile hat pîvandin.
Tê payîn li herêmê germahiya hewayê di navbera 5 pile û 7 pileyan zêde bibe da car caran jî wê ba bê.
Li gor texmînan germahiya hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 41, Îdir û Erzinganê 38, Erzirom û Qersê 32 û Erdêxanê jî wê 30 pile be.