Aborî

Li Mûşê berhevkirina çîlekan dest pê kir

Sabri Yıldırım  | 11.06.2025 - Rojanekırın : 17.06.2025
Li Mûşê berhevkirina çîlekan dest pê kir

Muş

 Li Haskoya navçeya Mûşê cotkar çîlekên îsal ên ewil berhev dikin.

Li navçeyê 13 kesan bi piştgiriya dewletê baxçeyên çîlekan ava kirin ku berhevkirina wan dest pê kir.

Midûrê Çandinî û Daristanan a Navçeyê Nahît Aykut ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku bi piştgiriya dewletê baxçeyên çîlekan hatin avakirin û 13 cotkar niha vî karî dikin.

Aykut wiha axivî: "Salê 7-8 caran çandinî tê kirin. Serê donimê salê 2 ton çîlek tê berhevkirin. Bihayê wê li cem firoşkarên komî 100 lire ye. Hewcedariya bajarê me û marketên mezin a çîlekan ji sedî 80 ji navçeya me ya Haskoyê tê bidestxistin. Ji bo aboriya navçeya me salê 2 milyon lire dahat tê bidestxistin."

Orhan Onayê karê hîlberîna çîlekan dike jî got karê wan bi bereket e û anî ziman ku mirov tên baxçeyê û bi xwe çîlekan berhev dikin.

Onay wiha got: "Em kîloya wê bi 100 lireyî difroşin. Em salê nêzîkî 2 ton çîlek berhev dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın