Aborî

Enflasyona salane di gulanê daket ji sedî 35,41ê

- Enflasyon di gulanê da li gorî mehane bû ji sedî 1,53 û li gorî salane jî daket ji sedî 35,41ê

Hülya Ömür Uylaş  | 03.06.2025 - Rojanekırın : 05.06.2025
Enflasyona salane di gulanê daket ji sedî 35,41ê

Ankara

Endeksa Bihayê Xerîdaran (EBX) di gulanê da li gorî mehane ji sedî 1,53 û Endeksa Bihayê Hilberînerên Nava Welêt (EBH-NW) jî ji sedî 2,48 zêde bûn. Enflasyona salane di bihayên xerîdaran da wekî ji sedî 35,41 û di bihayên hilberînerên nava welêt da jî wekî ji sedî 23,13 hat qeydkirin.

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê, di gulanê da li gorî nîvekiya 12 mehan, bihayên xerîdaran ji sedî 45,8 û bihayên hilberînerên nava welêt jî ji sedî 30,17 zêde bûn.

Li gorî mehane jî EBX ji sedî 1,53 û EBH-NW jî ji sedî 2,48 zêde bûn.

EBX di gulanê da li gorî berfanbara par bû ji sedî 15,09 û li gorî heman meha par jî bû ji sedî 35,41.

EBH-NW jî di gulanê da li gorî berfanbara par bû ji sedî 12,92 û li gorî heman meha par jî bû ji sedî 23,13.

Bi eşkerebûna daneyên enflasyona gulanê va rêjeya zêdebûna kirêyan jî diyar bû. Di hezîranê da rêjeya zêdebûna kirêya mal û kargehan bû ji sedî 45,8an.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın