Aborî

Li Gobeklitepeyê şevbuhêrk hat lidarxistin

Rauf Maltaş  | 18.04.2024 - Rojanekırın : 19.04.2024
Li Gobeklitepeyê şevbuhêrk hat lidarxistin

Şanlıurfa

 Li Şanliurfayê li Gobeklitepeya ku di Lîsteya Kelepora Cihanî ya UNESCOyê da ye, şevbuhêrk hat lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Turîzmê da ya Walîtiya Şanliurfayê, Şaredariya Bajarê Mezin û Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Parêzgehê piştgiriyê didinê, li şûnwarê qedîm bername hat lidarxistin.

Di vê çarçoveyê da li Gobeklitepeya ku wekî "Cihê destpêbûna dîrokê" tê wesifandin, meşa kortejê hat kirin.

Koma Muzîkê ya Ahenga Urfayê di amfî şanoya li şûnwarê qedîm da çalakiya şevbuhêrkê li dar xist.

Gelek ziyaretvanên xwemalî û biyanî yên hatibûn dîtina şûnwarê dîrokî, li ber stranên komê, govend gerandin û her wiha beşdariya stranan kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın