Aborî

Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin

Ayşe Böcüoğlu Bodur  | 15.04.2024 - Rojanekırın : 16.04.2024
Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin Türkiye'de işsizlik azaldı

Ankara

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha sibatê da li gor mehek berê 0,3 puan zêde bû û bû ji sedî 8,7. Di vê heyamê da hejmara bêkaran jî bû 3 milyon û 78 hezar kes.

Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên daneyên hêza kar a meha sibatê eşkere kir.

Li gor vê, li tevahiya Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ku temenê wan ji 15yan mezintir di sibatê da li gor mehek berê 109 hezar kes kêm bû û bû 3 milyon û 78 hezar kes. Rêjeya bêkariyê jî di heman mehê da 0,3 puan kêm bû û bû ji sedî 8,7. Rêjeya bêkariyê li gor heman mehê ya par 1,3 puan kêm bû.

Rêjeya bêkariyê di nav mêran da ji sedî 7,3, di nav jinan da jî ji sedî 11,3 hat texmînkirin.







Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın