Tevhid Furkan Nehri
03 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2025
Li Yoncalika gundê Ezîziyeya navçeya Erziromê ku salê bi qasî 200 ton şêlim tê hilberandin, cotkar şêlimên ku ji erdê derdixin di ava çêm da dişon û hê difiroşin.
Cotkar şêlimên ku derdixin paqij dikin û di avê da dişon. Welatî him kilam dibêjin û him jî şêliman di ava Çemê Çatalpinarê da dişon.
Şêlimên tên paqijkirin û şûştin dikin telîsên 5 kîloyî û li keviya rê û di dikanan da tên firotin.
Ji cotkaran Îbrahim Başaran daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku karê şêliman zor e û got ku em salê bi qasî 200 ton şêlim hiltînin.
Mahmut Kavçîn jî destnîşan kir piştî şêliman ji zeviyê derdixin bi traktoran dibin ber çêm û dişon.
Ji welatiyan Mahir Kavçîn diyar kir ku welatî alî hev dikin û bi kêfxweşî şêliman di avê da dişon.
Necmettîn Kongê ku li kêleka rê şêliman difiroşe got ku em şêliman dikin ava ku ji çiyê tê û paqij dikin.