Li Deşta Mûşê çinîna keleman dest pê kir

Muş
Li Deşta Mûşê çinîna keleman a ku li qadeke bi qasî 3 hezar dekarî tê çandin, dest pê kir.
Li taxa Baglarê hilberînerên ku debara xwe bi çandiniyê dikin kelemên ku ji qurm va radikin li qadekê kom dikin û pişt ra li gorî giranbûna wan, wan ji hev vediqetînin û piştî vê berhemên xwe li wesayitan bar dikin.
Hilberînerê keleman Tayyip Yalvarici ji nûçegihanê AAyê ra got ku piraniya xelkê taxê bi çandina keleman debara xwe dikin.
Yalvarici, destnîşan kir ku wan îsal dest bi çandina xwe ya yekem kiriye û got, "Em bi gelemperî berhemên xwe dişînin parêzgehên derdorê yên wekî Batman, Bidlîs û Diyarbekirê. Em dişînin her cihê ku daxwaz lê hebe. Min nêzîkî 80 donim erd çand. Em bi piranî bi firotina keleman debara xwe dikin."
Recep Çîçek jî got, "Her sal li vir nêzîkî 3 hezar serî kelem tên çandin. Bi taybetî ji parêzgehên derdorê, daxwazeke mezin ji bo keleman heye. Kelemên me pir bi kalîte ne. Me dest bi çinîna xwe ya yekem kir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.