Aborî

T10F bi hêz kete nava bazara otomobîlên bielektrîk

Ali Canberk Özbuğutu  | 03.10.2025 - Rojanekırın : 05.10.2025
T10F bi hêz kete nava bazara otomobîlên bielektrîk

Istanbul

 Modêla nû ya Toggê T10F ku ji 15ê îlonê pê va li Tirkiyeyê kete bazarê, meha çûyî di nava bazara otomobîlên bielektrîk da bû duyemîn otomobîla ku herî zêde hat firotin.

Li gorî daneyên Komeleya Dîstrîbutorên Otomotîvê û Mobîlîteyê (ODMD) Togga marqeya teknolojiya mobîlîteya gerdûnî ya Tirkiyeyê, modêla xwe ya nû T10F, piştî ku derket firotinê êdî li bazara otomobîlên elektrîkê da kete pêş.

T10F a ku di heman demê da, bi firotina 1194 otomobîlan di meha Îlonê da bû duyemîn otomobîla bielektrîk a herî zêde firotî li Tirkiyeyê. Teslayê di heman demê da bi 1664 wesayîtan di firotina wesayîtên bielektrîkê da di rêza yekem da cih girt û modêla yekem a Togg, T10X, bi 1061 wesayîtan di rêza sêyemîn da cih girt.

Li gorî daneyên ODMDê di meha îlonê da firotina otomobîlan, li gorî heman meha par ji sedî 26,77 zêde bû û gihîşt 88 hezar û 274an, dîsan para wê ya di nava bazara otomobîlên bielektrîk da, di heman dema borî da, weke ji sedî 18 hat tomarkirin.

- Togg T10Fê di hemû ceribandinên bernameya Euro NCAP da rêjeya herî bilind a 5 stêrkan wergirt

Togg T10F a ku ji 15ê Îlonê pê ve tenê bi rêya platforma dijîtal a Togg, Trumore, dikare were siparîşkirin, bihayê wê ji milyonek û 860 hezar lireyî dest pê dike û li benda bikarhênerên xwe ye, her wiha marqeyê ji bo T10F V2ê modêleke bilez a werzişî, piştgiriya fînansekirinê ya taybet jî da destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın