İsmail Hakkı Demir
24 Îlon 2021•Rojanekirin: 26 Îlon 2021
Tovê bisertîfîka yê kartolan ku bi piştevaniya Wezareta Çandinî û Daristanê li zeviyên Erziromê hatibûn reşandin digel hişkayiyê bi ber û bereket bû û dilê cotkaran xweş kir.
Li bajarê Erziroma ku di qada çandinî û heywandariyê da xwedî roleke girîng e kartol jî tê danîn.
Deşta Pasînlerê ya li bajêr ji bo çandiniyê devereke bi bereket e û lê kartol jî tên ajotin.
Di salên dawîn da li seranserê welêt ajotina tovê bisertîfîka yê kartolan her ku diçe zêdetir dibe û berê jê tê rakirin jî digel hişkayiyê zêdetir e.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Osman Akar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Erziromê tevlî heywandariyê cotkarî jî zêde ye û bi qasî 350 hezar hektar zevî li bajêr hene.
Akar destnîşan kir ku gelek sewze û fêkî li bajêr digihêjin û di salên dawîn da bi saya tovê bisertîfîka yê kartolan va dahata ji kartolan zêdetir bû. Akar got: "Li seranserê Erziromê nêzî 100 ton kartol tê rakirin û piraniya vê jî ji navçeya Pasînleran tê rakirin. Me bi taybetî tovê bisertîfîka yênkartolan li cotkarên xwe belav kir. Di demên berê da ji donimê bi qasî 2-3 ton kartol dihat rakirin lê niha bi saya tovê bisertîfîka ev 6-7 ton e."