Aborî

Li Çukurovayê berhevkirina pembû dest pê kir

Tê payîn ku îsal ji Çukurovayê bi qasî 250 hezar ton pembû bê berhevkirin

Abdullah Tel  | 13.09.2019 - Rojanekırın : 16.09.2019
Li Çukurovayê berhevkirina pembû dest pê kir

Adana

Li Çukurovaya ku ji navendên hilberîna çandiniya Tirkiyeyê yek e li qada ji 450 hezar dekarî pêk tê pembû hatibû ajotin û niha jî hilberînê dest pê kir û tê payîn ku di navbera 250 û 270 hezar tonî da pembû bê helandin.

Pembûyê ku cotkar navê "zêrê spî" lê kirine ji qada tekstîlê bigir heta kozmetîkê ji wir bigir heta xurek û gelek qadên din da tê bikaranîn.

Serokê Odeya Ziraetê ya Yuregîrê Mehmet Akin Dogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema qala erda Çukurovaya bi xêr û bereket tê kirin herî zêde pembû tê bîra mirovan.

Li Çukurovayê berhevkirina pembû dest pê kir

Li Çukurovaya ku ji navendên hilberîna çandiniya Tirkiyeyê yek e li qada ji 450 hezar dekarî pêk tê pembû hatibû ajotin û niha jî hilberînê dest pê kir û tê payîn ku di navbera 250 û 270 hezar tonî da pembû bê helandin. ( Eren Bozkurt - Anadolu Agency )

Dogan destnîşan kir ku ew pembû wekî "zêrê spî" binav dikin lewra pembû bi taybetiya xwe va bûye mijara çîrok, fîlm, stran û gotinên pêşiyan jî û wiha pê da çû: "Pembû ji bo konfeksîyon û tekstîlê berhemeke pir bi qiymet e û madeya sereke ye. Ji ber ku di qada tekstîlê da zêde tê bikaranîn ji bo îxracata Tirkiyeyê jî gelek bi kêr e."

Di axaftina xwe da Dogan ragihand ku li seranserê Tirkiyeyê pembû li qada meziniya wê bi qasî 5,2 milyon dekar e tê ajotin û ji wê jî nêzî 2,6 milyon ton pembû tê rakirin û wiha domand: "Ji sedî 60ê pêwîstiya pembû bi vî awayî hel dibe û ji sedî 40ê mayî jî ji derva tê îthalkirin û ji ber vê jî gelek dowîz diçe dervayê welêt. Erda welatê me ji bo pembû gelek bi kêr e û lazime qada pembû lê bê ajotin zêdetir bibe."

- "Em dixwazin piştgiriya ji bo pembû tê dayîn zêdetir bibe"

Dogan destnîşan kir ku li herêmê kîloya pembû di navbera 2,90 lire û 3,10 lireyî da tê firotin û got: "Ew piştevaniya ku du sal berê bi qasî 80 qurişî ji bo kîloyeke pembû hatibû dayîn divê derxin 1,25 lireyî û em vê dixwazin. Di hilberînê da 500 kîlogram jî kota heye û em dixwazin ev jî bê rakirin. Bi saya piştevaniyên ku di salên dawîn da hatin dayîn qada pembû lê tê ajotin ji 270 hezar dekarî gihîşt 450 hezar dekarî."

Cotkar jî dixwazin ku bila ji bo pembû piştevanî zêde bibe û qada ku pembû lê bê ajotin jî firehtir bibe da ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi îthalkirina pembû nemîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.