Aborî

Warêla petrola brent bi 60,47 dolarî tê firotin

Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 60,47 dolarî tê firotin

Haydar Şahin  | 13.09.2019 - Rojanekırın : 14.09.2019
Warêla petrola brent bi 60,47 dolarî tê firotin

Ankara

Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 60,47 dolarî tê firotin.

Warêla petrola brent do di nav rojê da hetanî 61,58 dolarî hatibû firotin û di dawiya rojê da bi 60,62 dolarî hatibû firotin. Îro jî warêla petrola brent ji saet 09.22an pê va li gor do ji sedî 0,24 kêm bû û dakete 60,47 dolarî.

Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 55,03 dolarî hat firotin.

Li gor rapora piyaseya petrolê ya Ajansa Vejenê ya Navneteweyî do diyar kiribû Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin di tebaxê da derxistina petrolê rojê 50 hezar warêl petrol zêde kirin û derxistin 29 milyon û 740 hezar warêlî.

Firotina petrolê di tebaxê da li gor tîrmehê di rojê da 530 hezar warêl zêde bû û derkete 100 milyon û 750 hezar warêlî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın