Aborî

Warêla petrola brent bi 74,15 dolarî tê firotin

Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 74,15 dolarî tê firotin

Haydar Şahin  | 13.07.2018 - Rojanekırın : 14.07.2018
Warêla petrola brent bi 74,15 dolarî tê firotin

Ankara

ANKARA

Di roja dawîn a hefteyê da li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 74,15 dolarî tê firotin.

Warêla petrola brent duh bi 74,02 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da hetanî 75,08 dolarî zêde bûbû. Îro jî warêla petrola brent bi 74,23 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.48an pê va ji sedî 0,10 kêm bû û dakete 74,15 dolarî.

Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 70,27 dolarî hat firotin.

Li gor rapora piyaseya petrolê ya ku Ajansa Vejenê ya Navneteweyî duh weşandibû, petrola ku di meha hezîranê da hat derxistin li gor meha beriya xwe di rojê da 370 hezar warêl zêde bû û gihîşte 98 milyon û 800 hezar warêlî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın