Nihat Kavşut
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Gulan 2018
ANKARA
Di hejmara îro ya Rojnameya Fermî da bi biryara Lijneya Wezîran daxistina di warê bacê da hatin weşandin.
Bi biryara Lijneya Wezîran baca ji sedî 18 ya di teslîmkirina avahiyan da tê sepandin heta 31ê cotmehê daket ji sedî 8an û rêjeya xerca tapûyê jî ji sedî 4an daket ji sedî 3yan.
Li gorî biryara Lijneya Wezîran ya di Rojnameya Fermî da hat weşandin ferqa bacê ya di navbera vexwarinên bialkol da hat rakirin.
Her wiha îstisnaya baca dahatê ya ku di çarçoveya xizmeta xwedîkirina roj û kreşê da xwediyê kargehê ji bo jinên dixebitin ji derva distendin ji bo her zarokekî ji mehaneya herî kêm a komî sedî 15 bû û ev derket ji sedî 50yî. Bi vî awayî ji matraha baca dahatê ya ku serê her zarokekî mehê bi qasî 304 lire digirt û dihat veqetandin jî derket hezar û 15 lireyî.