2016 ж. 09 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 10 маусым
ANKARA
Şîrketên Belavkirina Sotemeniyê, serê lîtreyê bi qasî 9 qurûşan li bihayê benzînê şikandin.
Li gorî agahiyan, benzîna ku li Enqereyê lîtreya wê bi 4,60 lireyî dihat firotin, daket 4,51 lireyî. Li Stenbolê jî lîtreya benzîna ku bi 4,55an dihat firotin daket, 4,46 lireyî û li Îzmirê jî ji 4,57 lîreyî daket 4,48 lîreyan.
Bihayên ku Şîrketên Belavkirina Sotemeniyê diyar kirin, dibe ku li gorî reqabet û serbestiya piyaseyê li hinek şîrket û li hinek bajaran, bi rêjeyeke kêm, ne weke hev be.