Abdullah Tel
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ANKARA
Sepandina bihaya ku ji bo lîtreya benzînê 18 quriş û ji bo ya mazotê jî 16 qûriş zem hat kirin, îro ket rewacê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji şirketên sotemeniyê hilda bihayê lîtreya benzînê ya ku kêm zêde bi 6,07 lireyî dihat firotin bi vê zemê va wê bi 6,25 lireyî bê firotin.
Bihayê lîtreya benzînê li Stenbolê ji 6,01 lireyî derket 6,19 lireyî û li Îzmirê jî ji 6,03 lireyî derket 6,21 lireyî.
Piştî zemê bihayê firotina mazotê jî guherî û li Enqereyê lîtrya mazotê ya ku kêm zêde bi 5,56 lireyî dihat firotin derket 5,72 lireyî. Li Stenbolê jî mazot beriya zemê bi 5,51 lireyî dihat firotin û bi zemê va bihayê litreyê derket 5,67 lireyî, heman zem li Îzmirê jî xwe da hîskirin û lîtreya mazota ku bi 5,55 lireyi dihat firotin ji îro pê va bi 5,71 lireyî tê firotin.
Saziyên belavkiria sotemeniyê bihayê eşkere dikin û ji ber azadiya reqabetê dibe ku bihayê sotemeniyê li gor sazî û bajaran piçek biguhere.
Bihayê lîtreya benzînê herî dawîn di 9ê gulanê da kêm zêde 5 quriş û ya mazotê jî di heman wextê da bi qasî 7 qurişî hatibû erzankirin.