İbrahim Atmaca
2018 ж. 26 наурыз•Rojanekirin: 2018 ж. 27 наурыз
ANKARA
Ji nîvê şevê pê va 12 quriş zem dan ser bihayê lîtreya benzînê.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, li Enqereyê bihayê lîtreya benzînê ku bi 5,84 lîreyî dihat firotin, wê bibe 5,96 lîre. Lîtreya benzînê li Stenbolê ji 5,78 lîreyî derkeve 5,90 lîreyî, li Îzmirê wê ji 5,80 lîreyî derkeve 5,92 lîreyî.
Ji ber serbestî û reqabetê bihayên ku fîrmayên belavkirinê kifş dikin, li gor şirket û bajaran diguhere.
Herî dawîn di 21ê adarê da 15 quriş zem hatibû ser bihayê lîtreya benzînê.