Fatih Gazioğlu
05 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2019
"Gêlaza Napolyonê" ya ku li Yeşîlliya navçeya Mêrdînê hêşîn dibe hê li ser çekê darê tê firotin.
Li navçeya Yeşîlliyê îsal tê têxmînkirin ku ji darên gêlazê wê tonek fêkî bê berhevkirin. Li navçeyê li ser 3 dekarî bax û baxçeyên darên gêlazê hene.
Karker serê sibê tên bax û baxçeyan û ji bo berhevkirina gêlazan dest bi xebatê dikin. Gêlaz heta evarê tên komkirin û dixin kaseyan û piştra dişînin cihên ku sîparîş hatiye.
MARDÎN (AA) - "Gêlaza Napolyonê" ya ku li Yeşîlliya navçeya Mêrdînê hêşîn dibe hê li ser çekê darê tê firotin.Li navçeya Yeşîlliyê îsal tê têxmînkirin ku ji darên gêlazê wê tonek fêkî bê berhevkirin. Li navçeyê li ser 3 dekarî bax û baxçeyên darên gêlazê hene. ( Halil İbrahim Sincar - Anadolu Agency )
Serokê Şaredariya Yeşîlliyê Hayrettîn Demir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan 21 sal beriya vê dest bi çikandina darên gêlazê kir. Demir got ku niha ew li 5 gund û 5 taxên navçeyê ji darên gêlazê îstifade dikin û wiha axivî:
"20 sal berê dema me bi dest vî karî kir tu kesî ji me bawer nedikir. Îro em dibînin ku me karekî baş kiriye. Tehma gêlazê me gelekî xweş e. Li gor texmîna me îsal wê tonek gêlaz ji darên me bê. Me îsal di çarçoveya tedbîrên tesarûfê da "Mihrîcana Gêlazan ya 15emîn" betal kir. Sala bê em ê careke din li dar bixin înşellah. Ji bo gêlaza me bazar hewce nake. Ji sedî 90ê gêlazên me hê li ser çekê darê tên firotin. Em gêlazên xwe bi 5-6 lireyî difiroşin."
"Gêlaza Napolyonê" ya Mêrdînê eleqeyeke mezin dibîne
- "Hê li ser çekê darê tên firotin"
Mixtarê gundê Koyunluyê Çetîn Okmen got ku tehma gêlazên wan gelekî xweş e û wiha axivî: "Di mihrîcana gêlazan da her sal gêlazên gundê me dibûn yekemîn. Li gundê me gelek cureyên gêlazê hene lê ya herî tehmxweş cureya Napolyonê ye. Gêlazên mê hê li ser çekê darê tên firotin. Ji gundê me her sal qasî 200 ton gêlaz tên berhevkirin."