Fatih Gazioğlu
19 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2018
ÎSTANBUL
Bihayê îro bi kêmbûnê dest bi rojekê kir û niha grama zêr di asta 214,1 lireyî da tê firotin.
Duh ji ber tesîra kêmbûna dolar/TL bihayê grama zêr kêm bûbû di nava rojê da jî ji sedî 0,34 kêm bû û roj bi 214,6 lireyî temam kir.
Zêr îro ji saet 09.40an pê va li gor girtina berê ji sedî 0,23 zêde bû û niha 214,1 lireyî tê firotin.
Di Bazara Sergirtî da zêrê çaryek bi 350 lireyî û zêrê mezin jî bi 1.433 lireyî tê firotin. Di piyasayên Asyayê da onsa zêr jî bi 1.250,4 dolarî tê firotin.
Analîstê Fînansê yê AAyê Îslam Memîş got ku Banqeya Navendî ya Amerîkayê (FED) biryara faîzê ya ya endeksa dolarê wê îşev eşkere bike û dibe ku ev jî li ser piyaseyê tesîrê bike.
Memîş got ji hêla teknîkê va bihayê grama zêr wê îro di asta 212-217 lireyê da miameleyê bibîne.