Abdullah Tel
2018 ж. 08 қазан•Rojanekirin: 2018 ж. 08 қазан
ÎSTANBUL
Bihayê grama zêr di destpêka rojê da bi zêdebûnê va dest pê kir û di 237,8 lireyî da ma.
Roja îniyê digel zêdebûna bihayê onsa zêr ji ber tesîra daketina dolar/TL bihayê grama zêr heta 235,9 lireyî daket û di nav rojê da jî ji sedî 0,7 kêm bû rojê bi 236,2 lireyî temam kir.
Grama zêr a ku bi zêdebûnê dest bi rojê kir di navbera 235-239 lireyî da diçe, tê û di saet ji 09.50î vir va jî ji sedî 0,6 zêde bû û di asta 237,8 lireyî da ma.
Li Bazara Sergirtî ya Stenbolê di heman deqîqeyan da zêrê çaryek bi 387 lire, zêrê Cumhuriyetê bi 1.586 lireyî tê firotin û onsa zêr jî li gor roja îniyê ji sedî 0,5 kêm bû û bi 1.196,8 dolarî tê firotin.