Abdullah Tel
2018 ж. 07 қазан•Rojanekirin: 2018 ж. 08 қазан
GAZÎANTEP
Karsazên li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku sal bi sal dahata dowîz a ji kar û barên ew dikin tê zêde dibe û hedefa wan a îxracatê ya îsal 8,5 milyar dolar e.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Yekîtiya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) berhev kir ji herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji heyama rêbandan-îlona sala 2018an li gor par ji sedî 5,5 zêde bû û gihîşt 6,2 milyar dolarî.
Ji herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ber bi 185 welatan va tişt hatin îxrackirin û di nav bajarên herêmê da jî Gazîentab bi îxracata xwe di rêza ewil da cih girt.
Îxracata ku ji herêmê hat kirin ji sedî 49 ber bi welatên Rojhilata Navîn va, ji sedî 19,9 welatên Yekîtiya Ewropayê û ji sedî 11,4 jî ber bi welatên Efrîkayê va hat kirin.
Serokê Koordînator ê GAÎBê Fîkret Kîlecî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku GAÎB bi îxracata dike va him bi kêrî aboriya herêmê û him jî bi kêrî ya welêt tê.
Kîlecî destnîşan kir hedefa hemû karsazên endamên GAÎBê ew e ku îxracata ji herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya ber bi welatên derva va zêdetir bikin û heta serê salê bi qasî 8,5 milyar dolar jê dahat temîn bikin.
Bajarê Gazîentabê ya ji hêla îxracatê va li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di rêza ewil da cih digire li seranserê Tirkiyeyê jî di rêza 6an da ye.