Aborî

Fistiqê Sêrtê terî jî eleqeyeke mezin dibîne

Fecri Barlık  | 11.09.2021 - Rojanekırın : 13.09.2021
Fistiqê Sêrtê terî jî eleqeyeke mezin dibîne

Siirt

 Li Sêrtê komkirina fistiqan dest pê kir, ji dervayê bajêr welatî fistiqan dixwazin û pê ra xwarina fistiqê ter jî zêde dibe.

Bi projeyên li bajêr bi piştgriya dewletê tên domandin va 14 hezar cotkar li 400 dagar erdî fistiqan hêşin dikin. Fistiqên ter jî li destgehan tên firotin.

Fistiqê salên berê qelandî dihatin xwarin bi zêdebûna hilberînê va êdî ter jî tên xwarin.

Ozgur Çelîkê esnaf daxuyanî da nûçegihanê AAyê. ûdiyar kir ku tehma fistiqê Sêrtê cuda ye.

Çelîk got fistiqê li baxçeyan tên komkirin rojane dikirin û difroşin û wiha pê da çû: "Eleqeyeke mezin nîşanî fistiqê ter didin. Kîloya wê bi 45 lireyê tê firotin. Em dişînin her aliyên Tirkiyeyê."

Nîmetullah Sevîlgenê esnaf jî got bi taybetî ji Strenbolê fistiqê ter tê xwestin û wiha axivî: Fistiqê ter du caran tê qelandin û wekî kavlak tê firotin. Ew ê qasî 2 hefteyan li ser destgehan be û paşê xilas bibe."

Îsmaîl Koçakê cotkarê fistiqan jî got ji ber hişkahiya îsal ber û bereket kêm bû.

Koçak got dahata fistiqê ter gelekî zêde ye û wiha pê da çû: "Fistiqê ter di vê heyamê da gelekî tê firotin. Li Stenbolê gelek kes fistiqê ter dikirin. Hin kes jî li benda fistiqê teze disekinin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın