Önder Beyter
2017 ж. 11 қазан•Rojanekirin: 2017 ж. 12 қазан
ÎSTANBUL
Di hesabê miemeleyên carî ya meha tebaxê ya Tirkiyeyê da milyarek û 237 milyon dolar ferq çêbû.
Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (BNKT) daneyên hevsengiya qeleman a serdema Tebaxa 2017an eşkere kirin.
Li gorî vê, ferqa qelemên carî di meha tebaxê da li gorî heman meha par 171 milyon dolar kêm bû û bû milyarek û 237 milyon dolar. Bi vî hawî ferqa miemeleyên carî ya 12 mehan bû 36 milyar û 972 milyon dolar.
Aborînasên ku beşdarî Anketa Pêşbîniya Ferqa Qelemên Carî ya AA Fînansê bûbûn, texmîn kiribûn ku di meha tebaxê da ferqa miemeleyên carî wê di asta 1,8 milyar dolarî da pêk were. Ji hêla din va daneya ferqa carî ya serdema tîrmehê jî ji 5 milyar û 121 milyon dolarî revîzeyî 5 milyar û 145 milyon dolarî kirin.