21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Lijneya Polîtîkaya Pere (LPP) ya Bankeya Merkezê ya Komara (BMKT) rêjeya faîza îhaleya repoyê ya ku qewlê wê hefteyek e ji sedî 7,5 e, sabît girt û rêjeya fonkirina marjînal jî ji sedî 9.50î daxist 9an.
BMKTyê di danezana ji bo rêjeya faîzê da ragihand ku LPP bi serokatiya Serokê Bankeya Merkezê Murat Çetînkaya va civiya.
LPPyê rêjeya fonkirina marjînal (asta herî bilind a faîzê) ji sedî 9.50î daxist ji sedî 9an.
Bankeyê rêjeya faîza deynkirinê (asta herî jêr a faîzê) ya ku ji sedî 7,25 e û faîza îhaleya repoyê (faîza polîtîkayê) ya qewlê wê hefteyek e jî ji sedî 7,5 e, sabît hişt.