Önder Beyter
2018 ж. 25 сәуір•Rojanekirin: 2018 ж. 25 сәуір
ÎSTANBUL
Lijneya Polîtîkaya Pere (LPP) ya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (BNKT) rêjeya faîza deyndariya lîkîdîteya derengmayî 75 puanê bingehîn zêde kir û ji sedî 12,75an derxist ji sedî 13,50yî.
Di daxuyaniya BNKTê ya der heqê rêjeyên faîzê da hat destnîşankirin ku LPP di bin seroktiya Serokê Bankeya Navendî Murat Çetînkaya da civiya.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku rêjeya faîza îhaleya repo ya hefteyek dereng (faîza polîtîkayê) di sedî 8an da, rêjeya fondanîna marjînal a şevekê di sedî 9,25ê da û rêjeya faîza deyndariya şevekê jî di sedî 7,25an da hatin sekinandin û herwiha rêjeya faîza deyndariyê jî ji sedî 12,75an bo ji sedî 13,50yî hat zêdekirin.
Di daxuyaniyê da herwisa wiha hat gotin, "Rîska astên bilind ên enflasyon û texmînên enflasyonê hê jî li ser awayên bihakifşkirinê heye. Zêdebûna di bihayên îtxalatê da rîskên navborî zêde kirine."
Hat ragihandin ku kurteya civînê wê di nava 5 rojên şixul da bên weşandin.
Rêjeya faîza îhaleya repo ya hefteyek dereng, rêjeya faîza deyndariyê, rêjeya fondanîna marjînal û rêjeya faîza deyndariya lîkîdîteya derengmayî yên ku Bankeya Navendî ji berfanbara 2016an vir va disepîne wiha (ji sedî) ne:
| Dîrok | Rêjeya faîza îhaleya repo ya hefteyek dereng | Rêjeya faîza deyndariyê | Rêjeya fondanîna marjînal | Rêjeya faîza deyndariya lîkîdîteya derengmayî |
| 20.12.2016 | 8,00 | 7,25 | 8,50 | 10,00 |
| 24.01.2017 | 8,00 | 7,25 | 9,25 | 11,00
|
| 16.03.2017 | 8,00 | 7,25 | 9,25 | 11,75
|
| 26.04.2017 | 8,00 | 7,25 | 9,25 | 12,25 |
| 15.06.2017 | 8,00 | 7,25 | 9,25 | 12,25
|
| 27.07.2017 | 8,00 | 7,25 | 9,25 | 12,25 |
| 14.09.2017 | 8,00 | 7,25 | 9,25 | 12,25 |
| 26.10.2017 | 8,00 | 7,25 | 9,25 | 12,25 |
| 14.12.2017 | 8,00 | 7,25 | 9,25 | 12,75 |
| 18.01.2018 | 8,00 | 7,25 | 9,25 | 12,75 |
| 07.03.2018 | 8,00 | 7,25 | 9,25 | 12,75 |
| 25.04.2018 | 8,00 | 7,25 | 9,25 | 13,50 |