2017 ж. 24 қаңтар•Rojanekirin: 2017 ж. 25 қаңтар
ÎSTANBUL
Lijneya Polîtîkayên Pere (PPK) ya Banqeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) rêjeya faîza îhaleya repoyê (faîza polîtîkayê) ku wadeyê wê hefteyek e di asta ji sedî 8an da rawestand.
Li gorî daxuyaniya TCMByê ya der heqê rêjeyên faîzê da, PPK di bin serokatiya Serokê Banqeya Navendî Murat Çetinkaya da civiya.
Lijneyê rêjeya faîza îhaleya repoyê ku wadeyê wê hefteyek e di asta ji sedî 8an da, rêjeya faîza deyndariya şevekê (asta jêrîn a korîdora faîzê) jî di asta ji sedî 7,25î da rawestand, rêjeya fondanîna marjînal a şevekê (asta jorîn a korîdora faîzê) ji sedî 8,50î hevrazî ji sedî 9,25an kir.
Bankeya Navendî ya Komarê her wiha rêjeya faîza deyndayînê jî ji sedî 10an hevrazî ji sedî 11an kir.
Her wisa di daxuyaniya Lijneya Polîtîkayên Pere ya Bankeya Navnedî da wiha hat gotin, "Geşedanên di warê daxwaza giştî da enflasyonê dadixe. Digel vê ji civîna lijneyê ya dawîn vir va kurên dowîzê diguherin û ev jî riskên li ser enflasyonê zêde dikin. Ji ber tesîra kurên dowîzê û guherîna di bihayên xurekê da ku hê nehatine qeydkirin di demeke kurt da wê zêdebûna di enflasyonê da demekê dîsa dewam bike."
Dîsa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku mebesta sereke ya TCMByê îstiqrara bihayê tiştan e û TCMByê di çarçoveya vê mebestê da hemû derfetên destê xwe da wê bi kar bîne û wiha hat gotin, "Heyama pêşiya me biryarên polîtîkaya pere wê li gor enflasyonê be."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku kurteya civîna PPKyê dê di nava 5 rojên şixul da bê weşandin.
Rêjeya (ji sedî) faîza îhaleya repoyê ku wadeyê wê hefteyek e, rêjeya faîza deyndariyê û rêjeya fondanîna marjînal ên ku Banqeya Navendî ji berfanbara 2016an vir va disepîne, wiha ne:
| Dîrok | Rêjeya faîza îhaleya repoyê ku wadeyê wê hefteyek e | Rêjeya faîza deyndariyê | Rêjeya fondanîna marjînal | Rêjeya faîza Pencereya Lîkîdîteya Dereng a deyndariyê |
| 20ê Berfanbara 2016an | 8,00 | 7,25 | 8,50 | 10,00 |
| 24ê Rêbendana 2017an | 8,00 | 7,25 | 9,25 | 11,00 |