Ekip
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê mezinbûna welat de got: "Di çaryeka ewil a îsal de em gihîştin ji sedî 5,2an. Di çaryeka sêyem û çarem de em li benda rêjeyek mestir in. Mezinbûna sala 2017an muhtemelen wê ji sedî 6an zêdetir ango derdora ji sedî 7an be, ev rêje wê kesî şaş û metel nehêle."
Serokomar Erdogan beşdarî Merasima Xelatê ya Odeya Ticareta Enqereyê (ATO) li ATO Congresiumê bû û li vir axaftinek kir.
Serokomar Erdogan li der veberhênana welat wiha axivî:
"Fikra me ev e ku heta sala 2023an em 65 herêmên organîze sinayiyê yên nû ava bikin, hedefa me ev e ku em tenê li van deran milyonek îstîxdama îlawe pêk bînin. Hejmara navendên lêkolîn û pêşvebirinê gihîştin 800î, em dixwazin heta sala bê ev hejmar bigihê hezar û 200î, em wesfên îstîxdamê bilind dikin."
Der barê rewşa aboriyê de jî got:
"Ez bawer im wê di kurtedemekê da werma sûnî ya ku vê axiriyê di kûrên dovîzê da xuya dike, dayne. Faîz di aboriyê da ew qad e ku ez herî zêde jê muzdarîb im. Ez wer nafikirim, di mijara faîzê da ez wekî hinekan nafikirim."
Der heqê zextên li ser Tirkiyê de jî wiha nirxandin kir:
Serokomar Erdogan: "Ne dikarin me bi rêxistinên terorî bînin hîzayê ne jî em li hember şantajên aboriyê yên ku wekî çek tên bikaranîn serî ditewînin ne jî em ji operasyonên qirêj re dibêjin eywelle. Seranserê dîrokê dawiya kesên ku dek û dolab serê li vî xelkî gerandin her dem bûye xusran. Niha jî dê wisa bibe."
Der barê mezinbûna welat de jî got: "Di çaryeka ewil a îsal de em gihîştin ji sedî 5,2an. Di çaryeka sêyem û çarem de em li benda rêjeyek mestir in. Mezinbûna sala 2017an muhtemelen wê ji sedî 6an zêdetir ango derdora ji sedî 7an be, ev rêje wê kesî şaş û metel nehêl