Abdullah Tel
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
QAHIRE
Hat ragihandin ku hejmara kesên di êrîşa ser Mizgefta Rewzayê ya li bajarê Arîşê da hatine kuştin gihîşt 309 kesan.
Midûriyeta Karên Tenduristiyê ya Sînaya Bakur daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku hejmara kesên di êrîşa terorê ya roja înê li Mizgefta Rewzayê da mirin gihîşt 309 kesan.
Serdozgeriya Misrê di daxuyaniya xwe ya roja şemiyê weşandibû da diyar kiribû ku 27 jê zarok 305 kes di êrîşê da hatine kuştin.
Serdozgeriyê ragihandibû ku êrîş bi destê DEAŞa rêxistina terorê û ji hêla 25-30 kesî va hatiye kirin.