Nihat Kavşut
06 Adar 2020•Rojanekirin: 07 Adar 2020
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî: "Alîkariyên çandiniyê ya bi 331 milyon û 637 hezar lireyî îro di saet 18.00an da wê razînin hesabên hilberîneran."
Pakdemirlî di Merasima Tayînkirina Memûrên Mihafezeya Daristanê û Endezyarên Daristanê da axivî.
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî der barê dayîna destekên çandiniyê da got ku alîkariyên çandiniyê ya bi 331 milyon û 637 hezar lireyî îro di saet 18.00an da wê razînin hesabên hilberîneran.
Pakdemirlî destnîşan kir wê 84 hezar û 420 hilberîner alîkariya nebatên yêm, 51 hezar û 64 hilberîner alîkariya mêşvaniyê û 125 hilberîner alîkariya biyolojîk hildin.