Nihat Kavşut
03 Adar 2020•Rojanekirin: 03 Adar 2020
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan: "Di Sibatê da îxracat gorî Sibata 2019an ji sedî 2,31 zêde bû û bû 14 milyar û 655 milyon dolar, îtxalat jî ji sedî 9,93 zêde bû û bû 17 milyar û 651 milyon dolar."
Pekcanê bi daxuyaniya nivîskî reqamên îxracatê yên meha Sibatê eşkere kir.
Ruhsar Pekcanê diyar kir di Sibatê da îxracat gorî Sibata 2019an ji sedî 2,31 zêde bû û bû 14 milyar û 655 milyon dolar û îtxalat jî ji sedî 9,93 zêde bû û bû 17 milyar û 651 milyon dolar.
Wezîra Ticaretê Pekcanê destnîşan kir di Sibatê da hecma wan ya ticareta bi derva ra ji sedî 6,34 zêde bû û bû 32 milyar û 306 milyon dolar û rêjeya îxracatê ya beramberî îtxalatê jî derket ji sedî 83yan.
Pekcanê diyar kir ji sedî 0,9 pêşketina di 2019an da jê 2,3 puan ji ber îxracatê çêbûye û got ku herî zêde ji ber îxracatê pêşketin û mezinbûn pêk hatiye.