Aborî

Market jî dê bikaribin firotina tenzîmê bikin

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî: "Em êdî ji bilî cihên firotina bi tenzîmê li maxazeyên zincîr jî tedarika malan bi wasiteya Kooperatîfên Krediya Çandinê va dikin.

Elif Orhan  | 26.03.2019 - Rojanekırın : 27.03.2019
Market jî dê bikaribin firotina tenzîmê bikin

Manisa

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî diyar kir ku êdî ji bilî cihên firotina bi tenzîmê li maxazeyên zincîr jî tedarika malan bi wasiteya Kooperatîfên Krediya Çandinê va dikin û got ku "Bi tevahî li 16 hezar şûbeyên Mîgros, CarrefourSA, A101, Şok û BÎMê bi şertên firotina tenzîmê ev berhem dê bên firotin."

Pakdemirlî beriya çalakiya "Hevdîtina Cotkaran" a li Odeya Zîreatê ya Salihliyê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku di serî da şaredariyên mezin ên Enqere, Stenbol, Bursa, Balikesîr, Samsun, Gazîentab û Trabzonê li tevahiya welêt 110 cihan firotina bi tenzîmê dikin, ji van firotinan di demeke kurt da encam derket û bihayên sebze-meyweyan ji sedî 40-50 daxist.

Pakdemirlî da zanîn ku di mijara firotina bi tenzîm da pêngaveke nû avêtin û wiha axivî:

"Em êdî ji bilî cihên firotina bi tenzîmê li maxazeyên zincîr jî tedarika malan bi wasiteya Kooperatîfên Krediya Çandinê va dikin. Bi tevahî di 16 hezar şûbeyên Mîgros, CarrefourSA, A101, Şok û BÎMê bi şertên firotina tenzîmê ev berhem dê bên firotin. Em bi lez li benda encamê ne. Ev biryareke wisa girîng e ji bo ku bikarhêner bikarin sebze û meyweyên erzan bi dest bixin hatiye avêtin."

- Ji bo zeytûnê mizgîniya prîmê

Wezîr Pakdemirlî wiha axivî: "Wekî ku hûn dizanin di rûnê zeytê da 80 quriş prîma me hebû. Em ê êdî prîmê bidin zeytûna lib jî. Dibe ku reqam di navbera 15 quriş û 25 qurişan da be. Heval hê li serê dixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.