Tirkiye

"Şewatê kêm-zêde tesîrê li qadeke 350-400 hektarî kir"

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî got: "Niha rewş ji duh çêtir e. Duh li 350 hektarî şewat hebû. Piştî bi temamî hat temirandin wê eşkere bibe, lê em texmîn dikin kêm-zêde tesîrê li qadeke 350-400 hektarî kiriye."

12.07.2019 - Rojanekırın : 12.07.2019
"Şewatê kêm-zêde tesîrê li qadeke 350-400 hektarî kir"

Antalya

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî der barê şewata daristanê ya li Muxlayê da got: "Ber destê sibehê hemû firokeyên me rabûn. Me hejmara firokeyan ji 13an derxist 19an. Niha rewş ji duh çêtir e. Duh li 350 hektarî şewat hebû. Piştî bi temamî hat temirandin wê eşkere bibe, lê em texmîn dikin kêm-zêde tesîrê li qadeke 350-400 hektarî kiriye."

Ji axaftina Pakdemirlî sernavên derketin pêş ev in:

"Li qadeke 30 û 50 hektarî agir hil dibe. Bi taybetî bi wesaîtên esmanî em avê direşînin ji bona bitemire.

Rica dikim guh nedin dezenformasyonê. Ez li ser medyaya civakî dibînim. Ez bangî hemû xelkê Muxlayê dikim ku payîzê li qadên ku şewitîne şaxan daynin.

Kesên dixwazin ji bona betlaneyê bên herêmê bi rehetî dikarin werin. Li wargehan talûke tuneye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.